Li Hekariyê pevçûn:8 esker jiyana xwe ji dest dan

COLEMÊRG - Li Hekariyê ji ber pevçûn û ketina helîkopterê tevde 8 esker jiyana xwe ji dest dan.

Ji teref Sererkantiya Giştî ve hat ragihandin li Çelêya Colemergê  di pevçûna ku bi PKKyiyan re derket de 6 esker û ji ber ketina helîkoptera kobrayê jî 2 esker bi tevahî 8 esker jiyana xwe ji dest dan.

Ji teref Sererkantiya Giştî ve di derbarê mijarê de daxuyanî hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin di pevçûna ku 13ê Gulana 2016an di derdora seat 04.50an de li Çelê derket de  6 esker jiyana xwe ji dest dan û 8 esker jî birîndar bûn. Her wiha hat diyarkirin ji ber ketine helîkopterê jî 2 esker jiyana  xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de her wiha hat ragihandin di pevçûnan de 6 PKKyî jî hatine kuştin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin