Li Helebê Bombardiman

Bombe Bi Ser Nexweşxanê Ket: 15 Kuştî

 Li Sûriyê li Helebê, hat îddîa kirin ku helîkoptereke eskerî bombên warîlê bi ser nexweşxana şîfayê ve avêtiye. Di hadîseyê de bi kêmanî 15 kes hatin qetilkirin. Hadîse li herêma Şaarê qewimî. Pirrê kuştiyan jin û zarok in.

Hat diyar kirin ku di hadîseyê de 3 bîna yekser xerabûne, di bin kavilên xaniyan de gelek kuştî û birîndar hatine derxistin. Hadîse mîna qetlîamê hat îfade kirin. Brîndaran rakirin nexweşxanê din.

Li aliyê din veqetîna ji ordiya Esed jî dewam dike. Vê paşê albayek, bînbaşiyek, 2 yuzbaşî, usteğmenek û ûzman çawîşek digel malbatên xwe reviyan hêla Tirkiyê. Esker û sûbayên ku ji ordiya Esed qetiyane û bi malbatên xwe re derbasî hêla Tirkiyê bûne, li qempa Apaydinê bicîh bûn.

Hat îfade kirin ku li Sûriyê li gelek devera di navbera eskerên ordiya Esed û muxalîfan de şer û pevçûn dewam dikin. www.bangaheq.net
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin