Li Hember Îsraîl Banga Cîhadê

Naşê Qumandarê ‘Izzeddîn El Qessam Ahmed El Cabîr, li Ğezzeyê hat rakirin.

 Serekê siyasî yê Hemasê Xalîd El Meş’el bi vîdeo konferansê tevlî merasîma cenazê bû. Xalîd Meş’el di merasîmê de ji Îsraîl re go: Min jî bikujin! Lewra şehîd kirina serekên me qeweta me zêdetir dike. We Cabirî kuşt, van kirinên xwe bidomînin, Meş’el û serekên din jî bikujin lê belê şehadeta her yek ji me wê me gavek din nêzî Qudsê bike."

Xalîd Meş’el di derbarê şehîdê Hemasê de go: “Ahmed El Caberî ne bi tenê serekekî Hemasê bû, serekê tevî Gelê Filistînê bû. Ji bo tesîskirina Leşkerên ‘Izzeddîn El Qessam gelek xebitî û roleke mezin girt ser xwe. Wek qehremanekî jiyana xwe dewam kir û wek qehremanekî şehîd bû."

Meş’el dîsa beyan kir ku: “Ahmed Caberî berî demeke kin bibû hecî û di ser Misirê de vegeriya bû Ğezzeyê.”

Di hêla dî de li gor xeberên ji Ğezzeyê tên îro bombeyek ketiye mala Serekwezîrê Filistîn Îsmaîl Heniye , lê ji ber bomba ketiye tu mirî û birîndar nîn in. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar