Li Batmanê tabelayên Serekatiya Partiya Doza Azad bi Îddî a ku Nivîsa Kurdî li hember qanûna partiyên siyasî ye ji alî emniyetê ve hat xwestin ku bê daxistin.
Alîkarê Serekê Giştî Yê Huda Parê Parêzer Cemal Çoban beyan kir ku; ji alî emniyetê ve ji wan hatiye xwestin ku tabelayên wan yê ku li serê hatiye nivîsandin: “Serokatiya Bajarê Êlihê, Serokatiya Navçeya Navendê” ji ber ku li hemberê qanûna partiyên siyasî ye bê rakirin.
Di fermana hatiye şandin de ji wan hatiye xwestin ku wan tabelaya bên rakirin an na ewê bi zorê rakin. Çoban beyan kir ku: “Ev xwestek karekî li hember pêvajoya ku em tê de ne ye. Ev xwesteka hatiye kirin nîşan dide ku tehemmul ji zimanê Kurdî re nîne. Di qanûna partiyên siyasî de hebûna yasaxeke wisa ji bo Tirkiye şermekî mezin e. Em wek Partiya Doza Azad ifade dikin ku divê serastkirinên di vê derbarê de bi lez bên kirin.”