Di mehên borî de di qanûna mûhakema cezayê û înfazan de guhertin pêk hatibûn. Li gorî guhertinê mehkûmên di hepsan de yên zewicî, herî dereng ji 3 mehan carekê ve dikarin bi maliyên xwe re, ji 3 saetan heta 24 saetan hevdîtinê pêk bînin.
Piştî guhertina qanûnê, hinek hepsan heman dest bi pratîkê kirin. Li hinek heps mîna haya wan ji vê guhertinê tunebe, guhnadin vê guhertinê û li gorî kêfa xwe tevdigerin.
Ji teref meriv û parêzerên mehkûman ve tê îfadekirin ku, nexasim li hepsên ku mehkûmên dîndar lê ne, îdareyên hepsan me’melên kêfî diqewimînin. Vê heqê hevdîtinê nadin mehkûman. Hat beyankirin ku li hepsên Mêrdîn, Elezîz, Osmaniye û Edenê, îdare vî heqî bi me’melên xwe yên kêfî bin pê dikin. Me ji hinek îdara hepsan pirsîn. Îdara hepsan gotin ku, naxwazin beyan bikin. Qelema sersewcîtiya Tokatê îfade kir ku, encax bi daxwaznameyê muracaetî wan bê kirin, wê beyana nivîskî bikin.
Merivên mehkûman diyar dikin ku, li van hepsan ji ber îdare li gorî kêfa xwe me’melê dike, wan ji vî heqî mehrûm dikin. Parêzerên mehkûman jî beyan kirin ku, wê vê meselê bişopînin. BANGAHEQ