Li Hepsê Wehşeta Ğerdiyanan

Li Bolûyê îşkenceya ku ji alî gardîyanan ve li Cihan Yeşîl dihate kirin pey ku derkete holê, hinke skandalên dî jî eşkere bûn.

Li Bolûyê îşkenceya ku ji alî gardîyanan ve li Cihan Yeşîl dihate kirin pey ku derkete holê, hinke skandalên dî jî eşkere bûn. Sersewcîtiya Cumhuriyetê a Bajarê Bolûyê, di rapora ku di derheqê Cîhan Yeşîl de amadekir de digel rapora doktor jî go Cihan Yeşîl îşkence nedîtiye. Maddeyên di îddîanameyê de hişê yekî disekinîne. Îşkence serê tê girtin û tê îddîa kirin ku Cîhan Yeşîl bi xwe zirarê daye nefsa xwe.

Sawcîtiyê bi vê yekê jî nesekinî, bi sûcê ku nahêle wezîfedar wezîfa xwe bikin û li ber xwe dide li Cîhan Yeşîl de’we vekir.

Digel ku di rapora doktor de hatiye eşkere kirin ku gardiyanan sînorê şiddetê derbaskirine û bi qestî Cîhan Yeşîl birîndar jî kirine, dîsa jî Sawcî di rapora xwe de got ku tu îşkence li Cîhan Yeşîl nehatiye kirin. Li ser vê rapora Sawcî hûqûqnas beyan dikin ku; “Ev tê wê me’nê ku Sawcî dixwaze îşkenceya li Cîhan Yeşîl hatiye kirin biveşêre.”

Parêzerên Cîhan Yeşîl, îtîrazê li de’we venekirina Sawcî li van gardiyanên îşkenceker kirin û diyar kirin ku; “Yên îşkence kirine memûr in û ev yek dikeve ber sûcê îşkenceyê.”

Parêzeran dîsa beyan kirin ku; “Sawcî memûrtiya van gardiyanan nedaye ber çavê xwe weke bûyereke ‘adî li vê îşkenceyê nihêrtiye û xwestiye ku vê îşkenceya han biveşêre. Divê ku Sawcî bi bê alîgirî qerarên xwe bidin.(Bangaheq)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar