Li Heqaretê 7 Îdam

Misir Li 7 Lîstikvanên Fîlma Heqaretwarî Ceza Îdamê Birî

Bi çend mehan berî niha, li Emrîka, bi destek û fînansoriya Emrîka û Îsraîl, fîlmeke ku heqaret li Quran û pêxemberê me dikir, hatibû çêkirin. Di fîlmê de 7 Qiptiyên filleyên Misrê jî lîstibûn. Mehkema Misrê ya ewlehiyê, di ğiyabê de, di aleyhê lîstîkvanên fîlmê de mehkeme vekir û li 7 qiptiyên fille, ceza îdamê birî. Ji wan 5 heb li Emrîka, li Awûstralya yek û li Qanada jî yek kes dijî. Di nav wan de çêkerê fîlmê Nakola Basseley jî heye. Nakola ji ber ku şertên tehliya bi şert îhlal kiribû, hatibû girtin û niha li Emrîka di hepsê de ye.

Hat îfade kirin ku wê qirar, ewilî here ber destê tesdîqa muftiyê Misrê. Dûre wê di 29 Kanûnê de ji bo înfaza cezayê, qirara dawîn bê dayîn. Heft kesên ku ceza îdamê li wan hatiye birîn, ji teref mehkema Misrê ve, bi sûcê sebebê pevçûna di navbera mezheban de, dijmantiya dînên semawî û mezheban, teşwîka fikrên xerab, xerakirina yekîtiya mîllî û aşîtiya civakê dihatin sûcdar kirin.

Li Misrê qirarên îdamê berî înfazê, pêşî tesdîqa muftiyê Misrê dibin.

Wekî tê zanîn fîlma heqaretwarî li seranserê alema Îslam û cîhanê, bûbû sedema gelek protesto û mîtîngan. Di hadîseyên protestoyan de zêdetirî 50 musluman hatibûn şehîd kirin. Bi sedan musluman jî birîndar bûbûn. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar