Li herêma Daxistanê de teqîn: 27 mirî, 66 birîndar

Di îstasyona sotemenîya li Komarîya Daxistana ku girêdayê Rûsyayê ye de teqînek pêk hat, di encama teqînê de herî kêm 27 kesan canê xwe ji dest dan, 66 kesan jî birîndar bûn.

Teqîn, di îstasyonekî sotemenîya li Mahaçkaleya paytext a Komarîya Xwesera Daxistanê de pêk hat.

Şewata ku di temîrxaneya wesayîtan a ku li nêzê îstasyona sotemenîyê ye pêk hat de bi lez mezin bû û belavê îstasyona sotemenîyê bû.

Di encama teqîn û şewata ku li îstasyona sotemenîyê pêk hat de xanîyên derdorê jî zerarê dîtin.

Di teqînê de, bi tevî zarokan herî kêm 27 kesan canê xwe ji dest dan, ji 60 zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Tefandina şewatê nêzê 3,5 berdewam kir.

Derheqê sedema pêkhatina teqînê de lêgerîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno