Li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Diyarbekirê teqînek pêk hat

Li Diyarbekirê di kargeha ku lê hilberîna alumînyûmê tê kirin de teqînek pêk hat.

Di qonaxa duyemîn a Herêma Pîşesaziya Organîze ya li ser rêya Diyarbekir-Elezîzê de teqîn pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di beşa firnê ya kargeheke ku lê hilberîna alumînyûmê tê çêkirin de ji ber sedemeke nediyar teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de 4 kes birîndar bûne ku yek ji wan giran e.

Ekîbên ambulans, agirkuj û AFADê sewqî herêmê kirin.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn