Li Hewlerê êrîşa çekdarî li melayekî hat kirin

Hewlêr - Li paytexta Hewlêra Kurdistana Başûr doh êvarî êrîşa çekdarî li melayekî hat kirin, di êrîşa ku li mela hat kirin de mela jiyana xwe ji dest da.

Doh êvarî kesên çekdar li Taxa Şadiya Hewlêrê êrîşa çekdarî li Hoşyar Îsmaîlê melayê Mizgefta Omer Bînyadiyaniyê hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de Mela Hoşyar jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin kesên nasnameyên wan nediyar li ber devê mala Hoşyarî gazî wî kirin da ku derkeve derve.Hoşyar Îsmaîl dema ku kir derkeve derve bi çekan êrîş lê hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de Mela Hoşyar giran birîndar bû.Mela Hoşyar li nexweşxaneya ku lê hat rakirin jiyana xwe ji dest da.

Mela Hoşyar Îsmaîl ji damezrînerên kevin ê Yekgirtû bû.Di derbarê cinayetê de hêj daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.(ÎLKHA)



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin