Li Hewlêrê PYD hat şermezarkirin

Hewlêr: Derkirin û girtina endamên PDK-Sê hat şermezarkirin

Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, derkirin û girtina endam û rayedarên partiyên Rojavayê Kurdistanê bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji aliyê PYDê ve hat şermezarkirin.

Nûneratiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê, îro demjimêr 5ê evarî  xwepêşandanek li bajarê Hewlêrê lidar xist.

Xwepêşander li taxa Enkawe ya bajarê Hewlêrê hatin bal hev û heta nûnertiya Netewên Yekbûyî ya Hewlêrê meşiyan.
 
Di destê xwepêşanderan de posterên Mela Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî, alên Kurdistanê, al û drefşên opozîsyona Sûriyê û ENKSê hebûn.
 
Li ser pankartan dirûşmên wek "Bijî Yekîtiya Kurdan", "Bijî Barzanî û Kurdistan", "Ji dîlên di girtîgehên PYDê re Azadî",  "PYD destê xwe ji Rojava bikşîne", "Ji PYDê re na ji Kurdan re azadî" hatibûn nivîsandin. Piştî kombûnê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
 
Di daxuyaniya nivîskî ya ku endamê PDK-Sê Mehmûd Mihemed xwend de hat diyarkirin ku PYD zordestiyê li partiyên din ên li Rojava dike û ti mafekî jiyanê nade wan û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Lazim bû ku li Sûriyê hemû partiyên kurd li dijî rejîmê bi hevdu re tevbigerin. PYD li dijî vê yekê tevgeriya û partiyên kurd ji xwe re wek hedef hilbijart. Em wê zihniyeta tekparêziyê ya li Sûriyê şermezar dikin."
 
Endamê polîtburoya PDK-Sê Mistefa Cuma jî destnîşan kir ku rewşa gelê Sûriyê qet ne baş e û wiha pê de çû: "Em ji bo ku kirinên PYDê yên li Rojava disepîne, şermezar bikin, kom bûn. Tevgerên vê partiyê li dijî berjewendiyên kurdan e û me jî vê yekê bi awayekî demokratîk protesto kir. Xwezî me îro partiyeke kurd li vê dera protesto nekira lê wê zihniyeta wan a tekparêziyê em anî vî halî. Ji ber vê lazim e ku PYD tevgera xwe ya siyasî di demek kurd de bigûherîne û hemû kurdan biparêze." 

- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2305201417#sthash.HfO7CHLI.dpuf

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar