Li Hezexê êrîşa çekdarî li du malan hat kirin: 1 mirî, 2 birîndar

Li Şirnexê di êrîşa çekdarî ya ku li du malan hat kirin de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li gundê Aşagi Yavşana girêdatê navçeya Hezexê qewimî.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bi şev êrîşa çekdarî li du malan hatin kirin.

Di êrîşê de H.Y, A.E. û E.E. bi giranî birîndar bûn. H.Y. digel temamê mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Derbarê sedema êrîşê de ti agahî nehat dayîn. Cendirmeyan ji bo girtina êrîşkaran li herêmê operasyon da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"