Li Hîlwana navçeya Rihayê pevçûna çekdarî: 2 mirî 9 birîndar

Di pevçûna ku li Rihayê di navbera 2 malbatan derket de çek hatin bikaranîn, di encama pevçûnê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Li Hîlwana navçeya Rihayê di navbera 2 malabtan de pevçûna çekdarî derket, di encama pevçûnê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Bûyer di derdora seat 18.00an de li Kolana Îsa Tektaşê li ber dikana kozmetîkê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ferdên her du malbatên ku qîz dane hev û ji hev qîz standine, danê esirkî munaqeşe kirin. Ferdên her du malbatan ên ku gazî naskiriyên xwe kirin li ber dikana kozmetîkê pevçûn. Di encama pevçûnê de 2 kesên bi navê Huseyîn Kaya û Mehmet Reşat Kuçukyavuz jiyana xwe ji dest dan û 9 kesên bi navê Servet, Mahmut, Îsa û Halîl Kuçukyavuz, Halîl Akbaş, Muhammed Emîn û Baho Atakay, Îbrahîm û Îsmaîl Olzunga jî birîndar bûn.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn gelek polêsa sewqî cihê lihevdanê hatin kirin û kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA













İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin