Li Hîndistanê Barana Mûsonê

Li Hîndistanê barana mûsonê îsal zû dest pê kir. Barana pir bû sebebê rabûna lehiyê.

Li Hîndistanê barana mûsonê îsal zû dest pê kir. Barana pir bû sebebê rabûna lehiyê. Li bakurê rojava û navîna welêt, bi hezaran mal û kargeh di bin avê de man. Di hadîseyan de bi kêmanî 138 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku nêzî 50 hezar kes li hêviya xelaskirinê ne. Heta niha lêgerîn û xebatên rizgarkirinê pir bi zehmet tên meşandin. Tê gûmankirin ku hejmara miriyan bigihêje hezaran.

Wekî tê zanîn çendakî berê li Ewrûpayê jî lehî û hadîseyên wiha qewimîbûn û hê jî berdewam in. Li bakurê rojhilata Spanyayê lehiyê heyat sekinand. Gelek malan xisar dît. Li herêmê bi dehan bajarok di bin heriyê de man. Têkilî û ragihandina bi van bajarokan ve hatiye birîn. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin