Li Hindistanê birûsk ket: 11 mirî

Li eyaletê Orîssaya ku li rojhilata Hindistanê ye birûsk ket, di encama ketina birûskê de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya ku ji teref rayedarên eyaletê ve hatiye dayîn de di birûskên ku li heremên cuda yên Orîssayê ketin de tev de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin exlebeyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane karkerên ku di zeviyên çeltûkê de dixebitin e. Her wiha hat ragihandin li eyaletên bi navê Gujaratî Rajasthan , Assam, Uttar Pradeş û li eyaletên din bi deh hezaran kes tehliyeyî  heremên bi ewlehî hatine kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin