Li Hindistanê bobelata qeşayîyê: 19 mirî 202 winda

Li Hindistanê parçeyeke mezin a qeşayîyê ket nava çem ku ji ber vê yekê lehî rabû.

Di encama lehîya ku rabû de heta niha 19 kes canê xwe ji dest dan û 202 kes jî winda bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Polêsê Uttarakhand ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, parçeyek ji qeşayîya Hîmalayê ket çemê Daulî-Ganga û lehî rabû.

Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.








İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"