Li Hindîstanê Lehî

Gelek Kes Mirin 20 Hezar Kes Malê Xwe Terk Kirin

Li Hindîstanê ji ber barana mûsonê, li gelek deveran lehî rabû. Gelek însan mirin, dora 20 hezar însan malên xwe terk kirin. Barana ku ev serê du roj e dibare, bi piranî li bakura Hindîstanê tesîr dike. Li eyaleta Rajastanê 20 kes, li eyaletên din jî 34 kes mirin. Di meha hezîranê de jî 24 kes miribûn. Milyonek kes jî terka malên xwe kiribûn.

Midûriya meteorolojiya Rajastanê da zanîn ku barana mûsonê, ev 30 sal vir ve ne ewqas pir buye.

Hat îfade kirin ku Keşmîrê jî ji ber lehiyê 13 kes can dane. Li eyaleta Kîberê jî 9 kes mirine. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin