Li Hindistanê pire hilweşiya: 132 mirî

Li wîlayeta Gujarat a Hindistanê di encama hilweşîna pira dagirtî de hejmara miriyan derket 132 kesan.

Li bajarê Morbî yê wîlayeta Gujarat a li rojavayê welêt pireke daleqandî ya ku herî kêm 500 kes li ser bûn hilweşiya.

Hat daxuyandin ku bi sedan kesên li ser pirê ketin çemê Macchuyê, di heman demê de herî kêm 132 kes mirin.

Wezîrê wîlayeta Gujarat Brijesh Merja diyar kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û hêjmara kesên winda hêna nehatine tespîtkirin.

Şefê Polîsê Gujarat Ashish Bhatia got ku gelek kes hatine rizgarkirin lê dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Hat diyarkirin ku pira hilweşiyayî piştî temîrkirina dawî ji bo karanînê hatiye vekirin.

Rayedaran, diyar kirin ku pira ku ji dema Brîtanî maye, tenê hefteyek piştî nûavakirinê hilweşiya. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin