Li Hîndîstanê Protesto

Bi Deh Hezaran Muslumanan Piştgiriyên Fîlma Xebîs Tel’în Kirin

Musluman dilsoziya xwe ya bi hz Muhammed re, bi protestoyên telînkirina fîlma heqaretwarî û piştgiriyên wê dewam dikin.

Do li Hîndîstanê li bajarê Kalkutayê 15 hezar musluman meşiyan. Emrîka û Fransayê tel’în kirin. Protestovan li Kalkuta paytexta eyaleta Bengala rojawayê, bi tekbîr û slogan û panqartan  ber bi sefaretxana Emrîka ve meşiyan. Fîlm û qarîqatorên heqaretwarî şermezar kirin. Alayên Emrîka û Fransa şewitandin.

Polîs mudaxela protestoyê kir da ku nekevin sefaretxana Emrîka. Li ser mani’ û asteng û zordestiyên polîs, protestovanan polîs dan ber keviran. Di navbera polîs û protestovanan de niqaş û pevçûn qewimîn. Danê êvarê protestovan belav bûn. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin