Li hinek bajaran ji ber berfê dibistan hatin tatîlkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku ji ber barîna berfê ya neyînî li hinek bajaran ji bo rojej dibistan hatin tatîlkirin.

Li Tirkiyê ji ber barîna berfê ya zêde û sir û seqemê ji bo rojekî li hinek bajaran dibistan hatin tatîlkirin. Bajarên ku dibistan hatine tatîlkirin wiha ye:

Ji teref Walîtiya Qonyayê ve di derbarê şert û mercên neyînî ya hewayê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li navçeyên Meram, Karatay, Selçuka Qonyayê ji bo rojek dibistan hatine tatîlkirin.

Ji ber heman hincetê ji teref Walîtiya Karamanê ve di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di 60 salên herî dawî de ev cara yekem e ku barînekî berfê ya wiha li bajêr hatiye dîtin. Her wiha hat diyarkirin ku li gelemperê bajêr rojekî dibistan hatine tatîlkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku li navçeya Muta Mêrsînê ji ber barîna berfê rojek dibistan tatîl bûne û li navçeya Gulnarê jî perwerdehiya serwîsî wek rojek navber hatiye dayîn.

Li Aksarayê jî bi binasiya barîna berfê û hewaya sar li navçeyên Eskîl, Ortakoy, Sariyahşî, Agaçorenê û navçeya Sultanhani ya girêdayê navenda bajêr dibistan rojek hatine tatîlkirin. (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin