Li Îdlîbê êrîşa asimanî: 52 siwîl jiyana xwe ji dest dan

NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa asimanî ya ku li Îdlîba Sûriyê li cihê bazarekê hat kirin de 52 siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ku ji teref çavdêrên Navenda Mafên Însanan a Sûriyê ve hatine ragihandin êrîş ji teref rejîma Esed û Rûsyayê ve bi muşterek hatiye kirin û di êrîşê de bazara li herema Kafr Nabel hatiye hedefgirtin.Di êrîşê de 52 siwîl jiyana xwe ji dest dan.

“Di van 20 rojan de 773 siwîl jiyana xwe ji dest dan”

Hat ragihandin di êrîşên ku ji 15ê Mijdarê vir ve tên kirin de nêzî 773 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.Li Sûriyê ji rexekî ve bênavber êrîşên Esed û Rûsyayê berdewam dikin û ji rexê din ve mişkîleya birçîbûn û nebûna dermanê rû da.Weke ku tê zanîn li Helebê nêzî 30 hezar însanî ji bo nemirin mucadeleya jiyanê didin.(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye