Li Îranê 24 seatên dawî de 116 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 116 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 83 hezar û 217 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 83 hezar û 217 kesan û bi pêketina 11 hezar û 716 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 3 milyon û 117 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 116 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 83 hezar û 217 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser 3 milyon û 117 hezaran.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Parlamenterê HUDA PARê Demîr ji daxuyanîya wekîlê CHPê ku gotibû “1400 sal e” zilm tê kirin re bertek
Wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin
Bi zimanê hevaldozên wî Mela Abdurrezzaq Tepe
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî qetil kir
Li Çînê bi kêrê êrîş: Herî kêm 11 mirî 23 birîndar