Li Îranê 24 seatên dawî de 62 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 62 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 58 hezar û 945 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 58 hezar û 945 kesan û bi pêketina 7 hezar û 390 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 518 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqêê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 62 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 58 hezar û 945 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser milyonek û 518 hezaran.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Divê pereyê qeydê neyê xwestin
Çewlîg de Dî Otomobîlî Da Pî: 4 Birîndarî
Destwerdana rast dikare jiyana mirovekî rizgar bike
Maddeyên hişber hatin desteserkirin
Mewlûda Nebî li mizgeftan hat pîrozkirin