Li Îranê 24 seatên dawî de 69 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 69 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 59 hezar û 899 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 59 hezar û 899 kesan û bi pêketina 8  hezar û 232 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 615 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 69 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 59 hezar û 899 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser milyonek û 615 hezaran.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ÎTTÎHADUL ULEMA îcazeta 10 ji wan hafiz 74 kesan da wan
Bernameya “Mesûlîyeta Aliman di Tofana Eqsayê de” dest pê kir
Dijberîya li dijî siyonîzmê tê maneya dijberiya terorê
5. Konferansa Platforma Qudsê ya Navbera Parlementeran di roja duyem de berdewam dike
Li 42 bajaran operasyona tiryakê: 321 binçavî