Li Îranê 24 seatên dawî de 85 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 85 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 57 hezar û 736 kesî.

Li Îranê 24 seatên dawî de 85 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 57 hezar û 736 kesî û bi pêketina 6 hezar û 527  kesî din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonek û 706 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 85 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 57 hezar û 736 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser milyonek û 398 hezaran.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Yasînên ciwan li Rihayê goştê qurbanê didin bi sedan malbatan
Weqfa Sêwiyan li Dîyarbekirê goştê qurbanê dide malbatên sêwî
Dawetname û Tevgera Ciwanan li Dîyarbekirê ji bo pîrozkirina cejnê civiyan
Parlamenterê HUDA PARê Dînç beşdarî merasîma sersaxiyê ya malbata ku di şewata li Dîyarbekirê de jiyana xwe ji dest da
Li Amedê derbarê şewata 4 kesan de 2 kes hatin girtin