Li Îranê 24 seatên dawî de 86 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 86 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 60 hezar û 267 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 60 hezar û 267 kesan û bi pêketina 8  hezar û 495 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 648 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 86 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 60 hezar û 267 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser milyonek û 648 hezaran.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Neaşê Mela Abdurrezzaq Tepe hat definkirin
Li Wanê di mezinahîya 3,9an de erdhejek pêk hat
Mehmet Goktaş Xoce: Eger em ji cîhadê birevin wê Xweda hin kesên din ji dewsa me re bişîne!
Zîrweya Perwerdehîya Bilind a Kurdistan û Urdunê dest pê kir
Ji HUDA PARê amadehîya “Kongreya Mezin”