Li Îranê 24 seatên dawî de 89 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 89 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 58 hezar û 625 kesan.

Li Îranê 24 seatên dawî de 89 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 58 hezar û 625 kesan û bi pêketina 7 hezar û 640 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 481 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqêê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 89 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 58 hezar û 625 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser milyonek û 481 hezaran.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Orhan Açikbaş, yek ji navdarên muhîm ên Çewlikê ye, wefat kir
Li Entabê kantînvanekî tostê kir nav pelên Quranê û firot
Li ser rêya TEMê qezaya zîncîrî: 7 birîndar
Rûsya li Behra Baltikê tetbîqetek leşkerî da destpêkirin
9 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn