Li Îranê 24 seatên dawî de 89 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 89 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 59 hezar û 572 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 59 hezar û 572 kesan û bi pêketina 8  hezar û 263 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 582 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 89 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 59 hezar û 572 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser milyonek û 582 hezaran.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di 5 bajaran de li dijî rêxistina sûcê operasyon: 27 binçavî
Li Rihayê otomobîl teqle avêt: 1 mirî, 7 birîndar
Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Bila qerara tayîna mamosteyan ji nû ve bê nirxandin û tayînên zêde bêne kirin
Prof. Dr. Tarhan: Tiştên ku li Xezzeyê qewimî bû wek kaxizeke tunûsolêye ku başî û xirabiyê ji hev vediqetîne
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 971 kes şehîd bûn