Wezareta karên hundir ya Îranê, navên namzedên serokcimhûriyê beyan kirin. Namzetiya Haşimî Rafsancanî û Meşayî nehat qebûl kirin. Hejmara namzedan 8 kes e.
Televîzyona fermî ya Îranê beyan kir ku, wezareta karên hundir navên namzedên serokcimhûriyê yên ku ji aliyê encumena parastina destûrê ve hatine qebûlkirin, eşkere kirine.
Li gorî xeberê navên namzedên hilbijartina serokcimhûriya Îranê ya 11an wiha ne: wezîrê berê yê karên derve û şêwirmendê rêberê dînî Elî Ekber Vilayetî, sekreterê encumena ewlehiya millî Seîd Celîlî, serokê berê yê parlamentoyê Gulam Elî Hedad Adil, fermandeyê berê yê artêşa pasdarên Îranê Muhsin Rizayî, Hesen Rûhanî, Mihemed Riza Arif, Mihemed Xerezî û şaredarê Tehranê Mihemed Baqir Qalîbaf.
Di lîsteyê de navên serokcimhûrê berê yê Îranê Ekber Haşimî Refsencanî û şêwirmendê serokcimhûrê wî welatî Isfendiyar Rehîm Meşayî nîne.
Zêdetirî 600 kesî navên xwe ji bo namzediya serokomariya Îranê qeyd û tomar kiribûn.
Hilbijartina serokcimhûriya Îranê ya 11an, dê roja 14ê Hezîrana îsal bê sazkirin. BANGAHEQ