LI IRAQ Û ÎNGÛŞETYAYÊ ÊRÎŞ

Li gor xeberên AFPyê, li Iraqê li paytext Beğdayê li navçeyên Huseynî û Taciyê, bombe teqiyan

LI IRAQ Û ÎNGÛŞETYAYÊ ÊRÎŞ
DI TEQÎN Û ÊRÎŞAN DE NÊZÎ DEHAN KUŞTÎ, 50 KES BRÎNDAR BÛN

Li gor xeberên  AFPyê, li Iraqê li paytext Beğdayê li navçeyên Huseynî û Taciyê, bombe teqiyan. Teqîna ewil li bakurê Beğdayê li Huseynî pêk hat. Teqîna din li Taciyê qewimî. Di van teqînan de 3 kes hatin kuştin, 24 kes birîndar bûn. Gelek wesaît û bîna xisar dîtin. Li Kerkûkê jî bombe teqiya. Kesek hat kuştin, 20 kes jî birîndar bûn. Li Fellûceyê, kesên nenas bi sîlehan êrîşî polîsan kir, 4 polîs hatin kuştin, 3 heb jî birîndar bûn.

Her wiha li Îngûşetya ya di bin îşgala Rûs de, li paytext Nazranê mucahîdan êrîşî hêzên emniyetê kir. Li gor îddîayan bi kêmanî 4 mensûbên emniyetê hatin kuştin. 2 heb jî xeddar birîndar bûn. Li gor ajansa Rûs, di vê heftê de 12 êrîş li hêzên emniyetê hatine kirin.

Li welatê Kongoyê jî, di kura madena zêr de, hilweşîn qewimî. Di hadîseyê de 60 kes mirin. Devera hadîseyê di bin kontrola grûbên çekdar de ye. Ji ber vê yekê, hat gotin ku piştî hadîseyê, operasyona rizgariyê dest pê nebuye. Kure 100 metre di binê erdê de ye.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be