Li Iraqê Alozî

Di dawiya hefteya borî de li Iraqê alozî û pevçûn derketibûn. Hêzên ewlehiyê êrîşî protestovanan kiribûn.

Hêzên ewlehiyê êrîşî protestovanan kiribûn. Pevçûn û alozî hêj berdewam e. Alozî bû sebebê qirîza siyasî. Di hadîseyan de heta niha zêdetirî 100 kesî can dane. Pevçûn îro jî hebû. 10 polîs hatin kuştin.

Ji ber hadîseyan, serekwezîr Nûrî el Malikî di zehmetiyê de ye. Şîddet û alozî li seranserê welêt belav dibin. Ajansa navnetewî Roytirsê beyan kir ku, li herêma Hawîceyê mîlîtanan 10 polîs kuştine. Berî niha li Hawîceyê 58 protestovan hatibûn kuştin.

Li Ramadiyê zilamên eşîran yên çekdar, ji bo stariya millet, li ser riyan bi şev dest bi nobetan kirin. Alîkarê serekwezîr û parlementerê grûba Iraqiye Salih Mûtlaq, ji bo kuştin û hadîseyên Hawîceyê protesto bike, dev ji wezîfa xwe berda. Do jî wezîrê perwerdehiyê Muhammed Temîm û wezîrê Zanîn û Teknolojiyê Ebdulkerîm Samarrayî, ji bo li Hawîceyê kuştina sivîlan protesto bikin, îstîfa kiribûn. Mehek berê jî wezîrê çandiniyê Îzzeddîn Dewle gotibû ku, wê nebe şirîkê hikûmeteke ku nikare telebên xelkê bi cî bîne û îstîfa kiribû. Ji meha Kanûnê vir ve hejmara wezîrên îstîfa kirine giha 5an (Bangaheq)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin