Li Iraqê Bîlançoya Dehşet

Amerîkayê bi ser navê demokrasî û derewa sîlehên kîmyewî Iraq îşgal kiribû û li herêmê ji xwîn û hêsrê pêve tiştek nehiştibû. Li gorî Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî, di hedîseyên şîddetê yên meha tebaxê de hezar û 688 kes hatin kuştin.

11 sal berê Emrîkayê, bi bihana sîlehên kîmyewî yên Seddam Huseyn ên ku heta niha nehatine dîtin İraq îşgal kiribû. Ji bêîstîkrara İraqê heta şerê mezheban, ji bo esasên gelek mijaran gav avêtibûn û li herêmê xwîn û hêsir hiştibûn.

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî der barê hedîseyên şîddetê yên li İraqê de beyanat da. Li gorî beyanatê di meha Tebaxê de 77ê wan polîs, 155ê wan esker bi tevahî hezar û 688 kes hatine kuştin. Dîsa 105ê wan polîs û 172ê wan jî esker, 2 hezar û 166 kes birîndar bûne.

Di beyanatê de hat gotin ku hilanîna saloxên hejmarên rast zehmet e, Mûsil bi kuştina 625 kesan serê hedîseyên şîddetê dikşîne. Di vê heyamê de li Beğdayê 246 kes hatine kuştin.

Li İraqê şerê ordiya İraqê û grûbên çekdar jî dewam dikin. Leşkerên İraqê pey bajaroka Emîrliyê, operasyon bir ser bajaroka Suleymanbega bajarê Selahaddînê ku ji 10ê Hezîranê vir ve di bin kontrola DAÎŞê de ye. Hat îddîakirin ku teyarên herbê jî destek dane operasyonê û hêzên DAÎŞê ji bajarokê vekişiyane. Kontrola bajarokê ketiye destê eskerên İraqê û di pevçûnan de 9 kes hatine kuştin.

Li aliyê din Almanyayê qirar da ku desteke mezin a leşkerî bide pêşmergeyê. Îdara Merkelê wê di qonaxa ewil de bi qasî 70 milyon yuroyê, sîleh û cebilxane bişîne. Her wiha ew ê li Almanyayê pêşmerge bi perwerdeya sîlehê jî bê perwerdekirin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar