‘Iraq vê sibê bi êrîşên bombe hejiya.
Li gelek deverên cuda yên welêt di se’etên sibehê de êrîşên bi bombe hatin kirin û di netîceya van êrîşan de herî kêm 20 kes can dan.
Li gor xeberên hatine sitendin, êrîşek li bajarê Hilleyê hatiye kirin. Êrîş bi du bombeya li ber Odeya Tîcaretê a Babîl hat kirin. Li gor beyanata polîsên Hilleyê 13 kes di vê êrîşê de can dane û 27 kes jî birîndar bûne.
Di hêla dî de li bajarê Kerbela jî di se’etên sibê de bi wasîteyeke bombe lê barkirî êrîş hat kirin. Di netîca êrîşê de 2 kes can dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Dîsa li bajarê Mûsûlê jî wasîteyeke bombe lê barkirî teqîya. Di netîca vê teqînê de jî 4 kesî can da. Li gor hatiye beyan kirin di nava kesên can dane de polîs jî hene.
Li bajarê Fellûce jî êrîşkerekî cilê bi bombe li xwe kir û xwe tevlî bombeyan teqande. Di vê êrîşê de jî mirî û birîndar hene lê belê hejmara wan nayê zanîn. www.bangaheq.net