Li Iraqê Êrîşên Bombeyî

Li Iraqê şer didome. Li bajarên Tîkrît û Samarrayê, bi wesayîtên bombekirî êrîş pêk hatin.

Li başûrê Tîkrîtê êrîşî baregeha artêşa Iraqê kirin. Di êrîşê de 12 esker hatin kuştin, 27 kes birîndar bûn.

Li başûrê Samarrayê jî bi wesayîteke bombekirî êrîş birin ser merkezeke leşkerî. Di êrîşê de di nav wan de esker jî 15 kes hatin kuştin, di teqînê de 25 kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din ordiya Iraqê îddîa kir ku herêma Avcaya li başûrê Tîkrîtê, yekcar xistiye bin kontrola xwe.

Her wiha li Fellûceya bajarê eyaleta Enbarê, êrîşên ordiya Iraqê dewam dikin. Di bombebarandina hêzên ordiyê ya li ser bajêr de, 2 sivîlan can dan. Di nav wan de jin û zarok jî 10 kes birîndar bûn.

Hürseda Haber

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin