Li Iraqê ji mîlyonekê zêdetir mirov koçber bûne

Li Iraqê ji mîlyonekê zêdetir mirov koçber bûne

Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) diyar kir ku li Iraqê ji ber şerî, zêdetirî mîlyonekî kesî malên xwe terikandiye.

Berdevkê IOMê Chris Lom, li Ofîsa Cenevê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi medyayê re ragihand ku piştî êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) hejmara koçberan li ser yek milyonî ketiye.

Lom got sedema zêdebûnê, êrîşên li ser navçeya Şingalê ne.

Lom bal kişand ser hejmara yên ji ber pêşveçûnên DAIŞê li Iraqê malên xwe terikandî ku ji Çileya 2014an heta niha hejmara wan gihiştiye asta herî bilind.

Berdevka Bernameya Zadî ya Cihanê (WFP) Elisabeth Byrs jî got: “Yên ku ji herêma Şingalê koçber bûne bê av û bê xwarinin.”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar