Li Iraqê Protestoyên Mûxalîfan Berdewam In

Li Iraqê li gelek bajaran protestoyên mûxalîfan dewam dikin.

Li Iraqê li gelek bajaran protestoyên mûxalîfan dewam dikin. Bi pirranî li eyaleta el Enbarê tê li dar xistin. Mûxalîf bi 8 maddeyan daxwaza tiştan dikin û îfade dikin ku telebên wan neyên cîh, wê protestoyên xwe dewam bikin.

Ji komîteya organîzasyonê hat beyan kirin ku, meqseda li dar xistina protestoyan, avakirina yekîtiya xelkê Iraqê ye û parastina heqên wan e.

Hat diyar kirin ku, di lîsteya telebên mûxalîfan de ev tişt hene:

Bila girtiyên jin û zilam bên berdan. Li gor çarçova gaziyên cemiyeta cihanê, înfazên ceza îdamê bên sekinandin. Rêz û pergalên qanûnî yên der barê îdara mekanên mûqeddes de, ji nû ve bên berçavkirin. Bila qanûna der heqê mucadela li ber terorê de, û dozên bi vê qanûnê re eleqedar bên betal kirin. Effûke giştî bê îlan kirin. Rêz û pergala qanûnî ya der barê lêpirsîna edlî de betal bibe. Di serî de emniyet û yargî, di hemî saziyên dewletê de, di aleyhê bêqanûniyê de lêpirsîn bên kirin û di bin kontrol û çavdêriya navnetewî de, jimartina nifûsê bê kirin.

Wekî tê zanîn ji 23ê Kanûnê vir ve xelk protestoyan li dar dixin. Nûrî Malîkîyê serekwezîr, bi bal aşbûn û îtîdalê ve gazî protestoyan dike. Her wiha Malîkî, ji esker û polîsan jî xwest ku bi îtîdal tevbigerin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar