Li Iraqê şivanan pê li mayînê kirin: 3 mirî

Li bajarê Selahedîn ê dema şivanan pez diçêrand di teqîna ku pêk hat de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Bûyer li herêma El-Iys a bajarê Selahedînê qewimî.

Li gorî medyaya welat dema ku şivan pezê xwe dibirin çêrandinê mayîn teqiya.

Li gor tespîtên ewil di teqînê de ji heman malbatê 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Rayedaran diyar kirin ku hêzên ewlekariya Iraqê hatine cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin û wan texmîn kirine ku mayîn ji aliyê DAIŞê ve hatiye danîn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"