Ji do ve li çend bajarên Iraqê, êrîş û teqîn pêk tên. Di êrîşên bombeyî de, bi kêmanî 22 kes hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên xeberan, li beldeyên başûrê Beğdayê Museyyîb û Hîlleyê, di êrîşên bombeyî de 9 kes hatin kuştin.
Li bajarê Kerkûkê, ji do êvarê ve zêdetirî 10 êrîşên bombeyî qewimîn. Di êrîşan de 12 kes hatin kuştin, 21 kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyên hêzên emniyetê, li mehelên Ûrûbe û Wehdeyê 2 teqîn çêbûn. Kesek hat kuştin, 13 kes jî birîndar bûn. Di êrîşeke din de qomandarê hêzên mîlîs Cuneyd Muhammed Xeyrûllah û mihefizê wî hatin kuştin. Di danê sibehê de, polîsan xwestin ku bombekê îmha bikin, lê bombe bi wan de teqiya. 5 polîs hatin kuştin, 6 heb jî birîndar bûn. Li aliyê din hat îfade kirin ku, 4 kesên ku qesda êrîşa bîna partiya Demokratika Kurdistan kiribûn hatine kuştin, mihefezekî bînayê jî birîndar buye.
Bangaheq