Hat ragihandin ku li Beğdaya paytextê İraqê, di erîşên bombeyî yên li herêmên cuda hatin kirin de, bi tevahî 14 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlekariyê, li herêma el-Ğadir a li rojhilatê Beğdayê wesaîteke bombebarkirî hat teqandin. Di vê êrîşê de 4 kesan can dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ku li el-Allewiya herêma Beğdayê di êrîşa li ser otoparkekê de jî 2 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.
Li Bab el-Mûazzam a herêma Beğdayê jî di nav bazara Hercê de bi motorsîkleteke bombebarkirî, êrîş hat rastkirin û di bûyerê de 3 kesan can dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa bombeyî ya ku li ez-Zaferaniyyeyê hat kirin de jî 3 kes hatin kuştin û 11 kes birîndar bûn û li herêma Keradeyê ya Beğdayê ye jî di êrîşa bombeyî de 2 kes hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.