Li Iraqê Teqîna Bombeyan

Do li Iraqê teqîn hebûn. Li paytext Beğdayê di hukmê saetekê de, 11 êrîşên bombeyî pêk hatin.

Do li Iraqê teqîn hebûn. Li paytext Beğdayê di hukmê saetekê de, 11 êrîşên bombeyî pêk hatin. Hinek li bajarê Kerkûkê jî qewimîn. Di hadîseyên li seranserê welêt de, bi kêmanî 32 kes hatin kuştin. Belkî du qatê wê kes jî birîndar bûn.

Êrîş û teqîna herî şedîd li bajarê Sadrê li nêzî rawestgeheke otobosê pêk hat. Di teqînê de 7 kes hatin kuştin, 20 kes jî birîndar bûn. Her wiha li Kazimiye, Meştal, El Huseyniye û Cedîda herêma Beğdayê jî teqîn qewimîn.

Li aliyê din li Kerkûkê li nêzê wesayîtên hikûmetê, 2 bombe teqiyan. Bi kêmanî 10 kes hatin kuştin. Di hadîseyên teqînan de li Meştelê 4, li Kazimiye 10, li Cedîdeyê jî 4 kes hatine kuştin. Bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hat beyankirin ku, di meha Nîsanê de ji ber hadîseyên şîddet û teqînan, hejmara kuştiyan bi ser 700 kesî ketiye. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin