Li Îskenderûnê bernameya “Şeva Şehadetê” hat tertîpkirin

Ji ber ku meha sibatê wek meha şehadetê tê nirxandin li Îskenderûna navçeya Hatayê bernameya ‘Şeva Şehadetê’ hat tertîpkirin.

Di bernameya ku ji teref ÎLÎM-DERê ve hat tertîpkirin de qala qedr û qiymeta meqama şehadetê hat kirin û şehîdên Îslamê bi xêr û rehmet hatin bibîranîn.

Bername li Navenda Çandê ya Îskenderûnê hat tertîpkirin û bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.  Serokê ÎLÎM-DERê Xelîl Duvarcı qala qedr û qiymeta şehadetê kir û destnîşan kir meqama şehadetê  ji gotinê zêdetir fêkiyê hereketekê ye. Duvarci dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Şehîdên Îslamê ne mirî ne, berawajî sax in û li ba qeta Xweda tên rizqkirin. Divê her Misliman şehadetê daxwaz û temennî bike.

Birêvebirê Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê   Mehmed Goktaş  axavtinek kir û di destpêka axavtina xwe de rêber û rêzanên Îslamê û her wiha şehîdên Îslamê yad kir û dû re jî di derheqê eşqa şehadet û mucadeleya rêber û rêzanên şehîdên bi navê Şêx Ehmed Yasîn û  Abdulazîz  Rantîsî kir û diyar kir ger ku mirov bimre divê weke wan bi şikleke bi şiref û izzet bimre.

Xwedayê ku Ezîz û Zuntîqam e dê heyf û tola van xortan bistînin

Goktaş di berdewama axavtina xwe de  şehadeta Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di dema li Diyarbekirê goştê qurbanan belav dikirin hatibûn şehîdkirin tebrîk kir û destnîşan kir Xwedayê ku Ezîz û Zuntîqam e dê heyf û tola van xortan bistînin.

Vaye zafera herî mezin e

Goktaş dû re  wiha qala têgiha şehadet û cîhadê ya di Îslamê de kir: “ Hz. Resûlullah gelek zêde li eshab û ummeta xwe xwedî derdiket  û wanan wisa mihefeze dikir ku nedihişt strîkek di piyên wan de biçe. Di 23 salan de medeniyeta herî mezin a dinyayê ava dike. Di herbên ku hatin kirin de digel hejmera şehîd û kafiran  ji 700 zêdetir kes nîne. Vaye zafera herî mezin e. Ew pêxember ew qas zêde ji eshabê xwe re bi merhemet bû.”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir xwîn û canê Mislimanan ji hev re heram e  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku dorhêleke wisa pêk bê ew ê ev yek kêrî kafiran were.”(ÎLKHA)






















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe