Li Îspanyayê ji ber zuwahîyê rewşa awarte hat îlankirin

Li Katalonyaya herêma Îspanyayê, ji sedema zuwahîya ku ev çend salên dawî bandora xwe zêde dike “rewşa awarte” hat îlankirin.

Hat ragihandin ku di vegirtina rewşa awarte de ava ku li çandiniyê tê bikaranîn sedî 80, ava ku di pîşesaziyê de tê bikaranîn sedî 25 bê sînordarkirin; tevî dagirtina hewzan wê avdana baxçe û parkan jî bê qedexekirin.

Rêvebira Bûroya Avê ya Katalonyayê Samuel Rayes diyarkir ku sînordarkirina ku tenê di vegirtina rewşa awarte de hatiye anîn tenê wê di çandinî û bikaranîna ava pîşesaziyê de bê tetbiqkirin, ava vexwarinê jê tesîr nabîne.

Di daxuyaniya ku ji teref Bûroya Avê ve hat belavkirin de hat gotin ku ev tedbîran wê hefteya pêşîyê were û wê bê xistin rewacê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno