Li Îsraîla Xusran Le’net Bariya

Ev 4 hefte ye ku îsraîla xusran jı hewa, behr û bejahıyê ve bı ser ğezzeyê de bombe dıbarîne. do pey nımêja înê, dı protestoyan de lı rejîma terorê le’net barıya.

Li seranserê dinyayê nerazîbûnên li ber wehşeta Îsraîla xusran zêde dibin.
Li Diyarbekirê hinek kesan ji bo bertekê, alayên Îsraîlê avêtin erdê û pêlêkirin, hin kesan jî panqartên boykotkirina Îsraîlê bi şaneşîn û kargehên xwe ve aliqandin.
Li Kayseriyê Saziyên Kulturê yên Dilxwaz ji bo şehîdên Ğezzeyê nimêja cenazeyê ya ğiyabî kir. Milletê tekbîr anîn, slogan avêtin, zulma siyonîst telîn kir. Weşankarê Doğruhaberê Mehmet Göktaş xoce dua kir.
Li Edenê pirê wan dayik mensûbên saziyên sivîl, ji bo gedên qetilkirî yên Ğezzeyê çalakiya rûniştinê rast kir û paşê beyanata medyayî hat xwendin.
Li Rihayê jî Dîn Bîr Senê, bi beyanatê îfade kir ku ji bo Filistînê tenê şermezarkirin ne bes e, divê dewlet û kesên di meqamên îcrayê de gavên berbiçav bavêjin.
Xelkê Mêrsînê jî qetlîamên Îsraîlê protesto kir û îfade kirin ku divê li ber kirinên li muslumanên Ğezzeyê, bêdeng neyê tevgerin. Serokbajarê Huda Parê yê Mêrsînê Salih Demîr, ji Ajansa Xeberan a Îlkeyê re xeber da û îfade kir ku divê wehdeta muslumanan pêk bê.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar