Li îstasyona trênê îzdîham: 22mirî

Li Hindistanê di îzdîhama ku li derketina îstasyoneke trênê pêk hat de 22 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Mumbaiya bajêra Hindistanê di îzdîhama ku li derketina îstasyoneke trênê pêk hat de 22 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 32 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Dipak Savantê Wezîrê Tenduristiyê yê parêzgeha Maharaştraya Hindistanê ve hatiye dayîn di derketina îstasyoneke trênê îzdîham derket. Di encama îzdîhama ku derket de 22 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 32 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin îzdîham ji ber ku rêwî xwestine xwe ji ber barana ku bariyaye bispêrin derbasoka di derketina îstasyonê pêk hatiye. Hat diyakirin dema ku rêwî xwe spastina derbasokê hinek kes îddîa kirine dê derbasok hilweşe û ji ber vê yekê îzdîham pêk hatiye.

ÎLKHA

 








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin