Li Îzmîrê Protesto

Fîlm û Qarîqatorên Heqaretwarî Li Îzmîrê Hatin Tel’înkirin

Fîlma ku bi destek û piştgirî û fînansa Emrîka û siyonîst Îsraîl hatiye çêkirin, li her derê dinyayê tê tel’înkirin. Ğîret û îzzeta muslumana, hêvî û hîlên dijminê Îslamê xusran û xera dikin.

Do li Îzmîrê jî li ber fîlma heqaretwarî protesto hebû. Protesto ji teref platforma evîndarên pêxember ve hat li dar xistin. Beyanata medyayî li Qonakê li li ber sûka Kemeraltiyê hat rast kirin. Bername bi xwendina Quranê dest pê bû. Millet bi tekbîr û sloganan tevlî bernamê bûn. Li Emrîka û li Îsraîl lanet barandin.

Serekê Cemiyeta Mustezefan a şûba Îzmîrê Cemîl Genç, der heqê heqaretên welatên rojavayê de xeber da, ji dîrokê mîsal nîşan dan. Genç da zanîn ku, welatên rojava rêz û hurmetê nîşanî dîn û muqeddesatan nadin. Xeberdana wî gelek caran bi tekbîr û sloganan hat birîn.

Beyanat ji alî Kerem Kalkan ve hat xwendin. Kalkan diyar kir ku bi vê fîlma heqaretwarî neyt û ruyê dijminên Îslamê eşkere bune. Ew pêşveçûn û xurtbûna dînê Îslamê tehemmul nakin. Kesên ku heqaret li pêxemberê me kirine, laneta Xweda li wan be.

Kerem Kalkan îfade kir ku li ber vê heqaretê, bêdengiya hinek serek û mezinên civat û dewletên muslumana, manîdar e. Lewra ew kuştina sefîrê Emrîka şermezar dikin lê ji bo heqareta li pêxemberê me, kerr û korr û lal dimînin. Kalkan wiha dewam kir “Hz Muhammed rêber û şerefa me ye. Em tu heqaretê li wî qebûl nakin. Em her tiştê xwe ji wî re feda dikin.”

Beyanata medyayî bi xwendina duayê bi dawî bû. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be