Li Hîroşîmaya li rojavayê Japonyayê, di şevekê de bi qasî barana mehekê baran bariya.
Ji ber ku ev serê heftekê bû baran dibarîya, erd nermijî û li herêmeke cîwarbûnê ya ku 5 kîlometre dûrî merkeza bajêr bû hezaz qewimî.
Polîsê Japonyayê beyan kir ku heta niha xwe gihandine cesedên 18 kesan. Medyaya Japonyayê jî îfade kir ku 13 kes wenda ne.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, bi helîkoptêran tê kirin. Lê ji ber ku arazî zêde qiyame û herî ye, xebat bi dijwarî tên meşandin.
Pisporên Meteorolojîyê beyan kirin ku barana ku wê li gorî normaliya demsalê di mehekê de bibare, di şevekê de barîyaye.
Li rojavayê Emrîqayê li eyaleta Arîzonayê jî barana guj barîya. Ji ber barana guj, lehî rabû û heyat felçî bû.
Ji ber barana ku roja sêşemê dest pê kir, rê di binê avê de man, trafîk sekinî, ceryana 3 hezar avahîyan qut bû.
Kesên li herêmên ku lehî lê qewimîn, asê mabûn derketîn ser xanîyan û bi helîkopterê hatin xelaskirin. Daîreya Meteorolojîyê a Neteweyî ya Emrîqayê, li pirê eyaletê îqaza lehîyê kir.
Çınarın Sesi