Li Japonyayê ji ber bahozê 2 kes mirin

Ji ber bahoza Talas a ku li eyaleta Şîzuoka ya Japonyayê derket, 2 kes mirin û bi deh hezaran mal bê ceyran man.

Li gorî medyaya Japonî, li parêzgeha Shizuoka barana bahoza Talasê baraneke zêde tesîrdar bû.

Li herêma Kakegawa ya wîlayetê di encama şimitîna axê de zilamekî 40 salî canê xwe ji dest da, ciwanekî 29 salî jî ji ber ku erebeya wî ket nav kanalîzasyonê mirî hate dîtin.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku li herêma Hamamatsuyê di encama şimitîna axê de 3 kesên ku di nav wan de zarokeke 9 salî jî heye bi sivikî birîndar bûne.

Şîrketa enerjiyê ya Japonî Chubu Electric Power Grid ragihand ku ceryan li 120 hezar malan qut bûye û ji ber şimitîna axê du stûnên ceryanê ketine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e