Li Kabîlê disa li nêzî mizgeftekê teqîn: Herî kêm 7 kes mirin

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku teqîn dema ku nimêjker piştî nimêja înê ji mizgeftê derdiketin pêk hat.

Rayedarên ewlekariya Kabîlê ragihandin ku hemû mirîyên teqîna îro ya li nêzî deriyê Mizgefta Wezîr Ekber Xan li Kabîlê sivîl in.

Xalid Zadranê Berdevkê Polîsê Kabulê derbarê çawaniya teqînê û hejmara mirîyên teqînê de tu agahî neda, lê tekez kir ku hemû qurbaniyên wê teqînê xelkê sivîl in.

Li gorî berpirsên Efxanî, armanca teqînê rêberên Îmarata Îslamî bûn ku nû ji mizgeftê derketin û li otomobîla xwe siwar bûn dema teqîn pêk hat.

Nexweşxaneya Lezgîn a Kabîlê ragihand ku ji ber teqîna îro ya li nêzî mizgeftê herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan û 10 birîndar jî bo vê nexweşxaneyê hatin veguhestin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"