Li Silopî 13 sal berê, 2 kes hatibûn binçavkirin û paşê jî hatibû îdiakirin ku ev her du kes winda bûne. Bi destûra Sersewcîtiya Diyarbekirê, li Kerborana navçeya Mêrdînê, ji bo kifşkirina hestiyên van her du kesan, gorek hat vekirin.
Di bin çavdêriya Sewciyê Kerboranê, rêvebirên Komeleya Mafên Mirovan yên Şaxa Mêrdînê û xizmên kesên winda de, li Goristana Micir Sefayê ya Belediya Kerboranê gorek hat vekirin. Hat diyarkirin ku hestiyên ji gorê derketine, bi cil û berg bûne û bi betaniyê pêçandî hatine dîtin.
Parçeyên hestiyên ku jê derketin hatin hildan. Hestî ji Heyeta Tipa ‘Edlî ya Stenbolê re hatin şandin. Hat beyankirin ku wê parçeyên van hestiyan û DNAyên xizmên Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz bidin ber hev.
Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz, di sala 2001ê de li Silopiya Şirnexê hatibûn binçavkirin û piştre hat îdiakirin ku ev winda bûne.
BANGAHEQ