Muhammed Efzel Gûrû, li Hîndîstanê bi îddîa êrîş birina ser parlementoyê ya di 2001ê dihat sûcdarkirin. Mehkema Hîndîstanê, li wî ceza îdamê birî. Şemiya borî, ceza wî hat înfazkirin. Hikûmet ji bo ku pêşî li protestoyan bigre, ev serê roja bû ku li Keşmîrê yesaxa derketina kuçan bikar dianî. Lê dîsa jî milletê muslumanê Keşmîrê, dest bi protestoyan kirin. Di hadîseyan de 2 protestovan hatin qetilkirin.
Di hadîseyan de bi hezaran protestovan, bi eskerên ordiya Hîndû re pevçinîn. Ji ber ku hikûmet nahêle înternet û serwîsên televîzyonên bi qablo bixebitin, agahiyên berfireh nayê stendin.
Di 2001ê de li binaya parlementoya Hîndîstanê, êrîş hatibû kirin. Di êrîşê de 14 kes hatibûn kuştin. Hikûmeta Hîndîstanê, ji hadîseyê hereketên Pakîstanî Leşkerê Tayyîbê û Ceyşî Mûhammed sûcdar dikir. Mehkema Hîndîstanê Muhammed Efzel Gûrûyê Kêşmîrî bi kirina sûcê herbê sûcdar dikir û dûre jî li wî, li Şevket Huseyîn û Ebdurrehman Gîlanî ceza îdamê birîbû.
Bangaheq